NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûna navbera esker û HPG’ê de herî kêm 4 esker mirin e û 6 esker jî birîndar bûn.   Li ser sînorê navbera Colemêrgê û Herêma Federe ya Kurdistanê di navbera eskerên derketin operasyonê û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî. Hat ragihandin di pevçûna duh qewimî de herî kêm 4 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn e. Hat gotin li herêmê operasyona bejahî û hewayî berdewam dike.  Hat gotin eskerên mirî û birîndar rakirine nexweşxaneyên Colemêrgê.