Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji bo şantajê penaber şandibû ser sînor. Êrîşî van penaberan tê kirin.

Walîtiya Edîrneyê diyar kir ku Yewnanistanê êrîş kiriye û di vê êrîşê de penaberek hatiye kuştin. Walîtiyê diyar kir ku 6 kes birîndar bûne.

Berdevkê Hikumeta Yewnanistanê Stelyo Petsas jî diyar kir ku walîtiya Edîrneyê derewan dike û got: “Tiştekî wisa çênebûye. Hêzên Yewnanistanê fîşek li penaberan nereşandiye.”

Rojnameya Yewnananm Kathîmerînî îddîa kir ku li herêma tampon a ku penaber lê ne, polîsên Tirkiyeyê bombeyên gazê diavêje ser penaberan û dîmenên wê weşand.

Rojnameya To Ethnos a Yewnanistanê jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê roja Şemiyê 218 penaberên ku ji Tirkiyeyê ketine Yewnanistanê destgîr kiriye. Li gorî rojnameyê 26 hezar û 500 penaber jî dema xwestine bi rêyên ne qanûnî derbasî Yewnanistanê bibin, hatine astengkirin.