Hate ragihandin ku piştî şerê sê rojan, hêzên hikumetê yên piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigirin, herêma Haradê ya li wîlayeta Hajjahê dorpêç kirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, ji roja Şemiyê û vir ve di şer de 4 jê efser bi giştî 32 leşker hatine kuştin. Hate ragihandin ku di şer de derdora 100 leşker jî birîndar bûne.

Heman çavkaniyan ragihandin ku di şer de û di êrişên hewayî yên Koalîsyona Ereb de Hûsiyan 56 windahî dane. Hûsî li ser windahiyên xwe kêm caran daxuyaniyê didin.

Şerê li Yemenê hefteyên dawî giran bû. Koalîsyona Ereb û hêzên ku piştgiriya wan dikin, ji bo jinûve bidestxistina xaka ku di şerê heft salan de ji dest dane, dest bi operasyonekê kiribûn.

Hûsî yên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin jî li hemberî Erebistana Siûdî û Îmaratê êrişên xwe zêde kirin. Îmarat ji meha Çileyê û vir ve bûye eniyeke nû ya vî şerî. Roja 17’ê Çileyê bi fuze û droneyan êriş li Abû Dabî hatin kirin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

DYE’yê jî destroyera USS Cole şand herêmê ku xwedî kapasîteya fuzeyên balîstîk e. DYE’yê her wiha ragihand ku wê balafirên şer ên F-22 bişînin Îmaratê.

Piştî ku paytexta Sana di sala 2014’an de kete destê Hûsiyan ji hingî ve şerekî giran diqewime. Li aliyekî hêzên hikumetê heye ku piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigire, li aliyê din jî Hûsî hene ku piştgiriyê ji Îranê werdigire.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 227 hezar kes ji ber nebûna avê, birçîbûn û nexweşiyê bi giştî 377 hezar kes di şerê Yemenê de mirin. Rewşa heyî ya li Yemenê weke krîza herî giran a mirovî ya li cîhanê tê pênasekirin.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Cotmeha 2020’î daxuyaniyek da û diyar kir ku li Yemenê ji destpêka şerê navxweyî û vir ve zêdeyî 10 hezar zarok hatin kuştin yan jî birîndar bûn. Li Yemenê ji her pênc zarokan yek pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye. Ev jî tê wateya 11 milyon zarokî.