Komek ji gelê Şîlî yê li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo şermezarkirina hikumeta ku mafên mirovan binpê dike, banga boykotkirina berhemên Şîlî kir.

Koma ji gelê Şîlî li meydana Sergelstorgê li hev kom bû û bi pankart û dirûşmên xwe banga boykotkirina berhemên Şîlî kir.

Çalakgeran daxwazên xwe wiha anîn ziman:

“Bila binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê dewleta Şîlî ve tên kirin werin şermezarkirin. Peymana hevkariyê ku tê plankirin di navbera Şîlî û Swêdê de bê îmzekirin bê rawestandin. Tundiya polîsan a li dijî xwepêşandêran bên bidawîkirin û berhemên Şîlî bên boykotkirin.”

Ji çalakgeran Vanîa Ramîrez Leon li ser rewşa li Şîlî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji Cotmeha 2019’an dema destpêkirina çalakiyên li dijî hikumetê û vir ve 25 hezar xwepêşandêr hatine girtin û êşkence li wan hatiye kirin.

Leon diyar kir ku 300 ji kesên hatine girtin zarok in û got, “Em bang li gelên xwişk û bira dikin ku malên Şîlî boykot bikin. Her wiha em bang li hikumeta Swêdê dikin ku dawî li firotina çekan a ji bo Şîlî bîne.”