Tevgerên Ciwanên Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) û ciwanên enternasyonalist ji bo balê bikêşin li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de ciwanan xebatên perwerdehiyê yên partiya desthilatdar Yekîtî90/Keskan sabote kirin.

Ciwan ketin hundirê eywanê û bang kirin.

Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 2 meh in li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin komkujiyan pêk tîne û got:

“Dewleta Tirk a dagirker binesaziya ku ji gel re xizmetê dike, weke dibistan, santralên enerjiyê, kargehên xwarinê, nexweşxane û tesîsên din bombebaran dike.”

Bi domdarî ciwanan bal kişand bi ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku di sala 25’an de ye û têkoşîna gelê Kurd a li dijî komployê.