Li bajarên Zurîh, Basel û Lozanê yên Swîsre, di çaçroveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” civînên gel hatin pêkanîn.

Li Zurîhê parêzer, Raziye Ozturk û siyasetmedar Kemal Aktaş li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel pêkanîn.

Piştî rêzgirtinê, parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk axivî û got;

Nêzîkî 3 sal in, em ji Rêber Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tu agahiyan nagirin.

Armanca dewleta Tirk ew e ku Rêbertî bidin jibîrkirin.

Lê Rêber Abdullah Ocalan Îmraliyê veguherande akademiyek zanistî.

Prz. Raziyê Ozturk diyar kir ku, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û CPT peywira xwe bi cih neanîn.

Ew, li gorî berjewendiyên siyasî biryaran didin. Ji ber vê jî Tirkiye biryarên AÎHM’ê nas nake.”

Piştre siyasetmedar Kemal Aktaş axivî û got;

Rêber Apo beriya niha gotibû, ‘Heke hûn ji min tu agahî nestînin divê hûn kevir li ser kevir nehêlin’.

Gelê me li Kolnê xwedî derketina li Rêbertî nîşan da.

Divê em û her Kurdistanî, li pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ xwedî derkeve.

Gerîlla û girtiyên azadiyê li ber xwe didin, divê em jî wekî gel li ber xwe bidin û vijdanê razayî yê cîhanê rakin ser piyan.

Civîn bi beşa pirs û bersivan berdewam kir.

Li Lozanê jî, di heman çarçoveyê de li Navenda Civaka Demokratîk civîna gel hate pêkanîn.

Di civînê de parêzer Mahmut Şakar û siyasetmedar Musa Farîsogullari amade bûn û axaftin kirin.

Musa Farîsogûllari pêşî axivî û got; Tecrîda li ser Rêber Apo berdewama Komploya Navneteweyî ye.

Dive em bi çalekiyên xwe, CPT, Konseya Ewropa û hemû saziyên têkildarî mijarê bikin nava liv û tevgerê.

Êdî dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misoger kirin.

Ji bo vê jî, divê em berxwedana xwe li her derê xurt bikin û azadiya Rêbertî misoger bikin.

Piştre parêzer Mahmut Şakar axivî û got: Rêber Abdullah Ocalan paşeroja me diyar kiriye.

Armanca sereke ya Rêber Apo ew bû ku pêngava komployê pûç bike.

Bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê ev yek nîşanî hemû cîhanê da.

Yê ku hawîrdora vejînê afirandiye Rêbertî û Tevgera Azadiya Kurd e.

Projeya azadiya ku Rêber Apo li Rojava ava kir, ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye mînak.

Dewleta Tirk jî, ji Şoreşa Rojava ditirse. Ji ber vê yekê hevdîtin rawestandin û tecrîd gtiran kirin.

Divê gel, bi taybetî Kurdistaniyê li Ewropa çalekiyên mezin bikin.

Li Baselê jî bi beşdariya parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Zelal Aydogan û Cengîz Yureklî civîna gel hatê pêkanîn.