Li Tehranê kesekî bi kaleşnîkofê êrîşî balyozxaneya Azerbaycanê kir. Di êrîşê de Şefê Ewlekariyê yê Balyozxaneyê jiyana xwe ji dest da, du parêzvan jî birîndar bûn.

Wezareta Karê Derve ya Azerbaycanê got “Di 27’ê Çileya 2023’an de li gorî saeta Bakuyê saet di 08.30’an de bi çekê êrîşî Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê hate kirin. Di êrîşê de şefê ewlekariyê jiyana xwe ji dest da û du parêzvan jî birîndar bûn.”