Li girtîgeha San Carlos a li eyaleta Zûlîa ya li bakurê rojava yê welêt 84 mehkûm ji girtîgehê reviyan. Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberên bajêr hate dayin, di operasyonên piştî revê de 10 mehkûm hatin kuştin û 6 jî bi saxî hatin girtin.

Li gorî agahiyan 68 mehkûm hîn fîrarî ne û du polîs jî bi hinceta ku alîkarî dane fîrariyan hatine destgîrkirin.

Reva ji girtîgehê sibeha Çarşemê piştî ku serdana malbatan ji ber vîrûsa korona hate astengkirin pêk hat.