Dewleta Tirk navçeyên Bidlis, Xîzan û Tetwanê, li herêma Geliyê Karkarê yên navçeya Westanê û Wanê bi ser gelek malan de girtin.

Li dehan gundan bi ser bi sedan malan de girtin, zêdeyî 40 kes binçavkirin.

Serdegirtina malan hêjî dewam dike, kesên binçavkirin birin navenda polîsana Bidlisê û Fermandariya Herêmê ya Jendirmeyên Tirk.

Dewleta Tirk biryara veşartinê danî ser dosyayan û 24 saetan dîtina parêzaran qedexekir.

Hate zanîn di nava binçavkiriyan de, kesên temen mezin jî hene.

Qirkirina siyasî û dorpêça li ser gundan dewam dike.

Navên hin kesên li Bedlîs û Wanê hatine binçavkirin wiha ne:

Suleyman Korkmaz, Medîne Avcil, Abdurrahman Avcil, Şukru Avcil, Beşîr Çetîn, Kerem Çetîn, Turan Çetîn, Agit Çetîn, Welat Çetîn, Sînan Çetîn, Azîze Çetîn, Mazhar Hergul, Mahîr Hergul, Şîrîn Hergul, Pekîn Hergul, Cemal Înan, Erdal Înan, Sînan Aydin, Zakîr Înan, Memîxan Avras, Eylem Denîz Avras, Helîn Avras, Kezîban Avras, Maşallah Elmas, Şakîr Arvas, Cevdet Arvas, Tahîr Arvas, Mûrat Arvas, Zubeyde Arvas, Nûrûllah Arvas, Mutalîp Arvas, Reşît Aydin, Emrûllah Aydin, Bedrettîn Gezîcî, Elîf Gezîcî, Hasîbe Gezîcî, nexweşê penceşêrê Îsa Gezîcî, Mahsun Gezîcî, Serkan Gezîcî, Mûstafa Gezîcî, Emin Gezîcî, Sedat Gezîcî û Gurgun Çîftçî.