Li paytexta welatê Baskê Bîlbao, wê îro konferansek werê pêkanîn û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û xebatên piştgiriyê bên nirxandin.

Konferans bi pêşengiya sendîkayan, li navenda UPV/EHU Paraninfoa-Oteizayê tê pêkanîn.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Parlamenterê EH Bildu Pernando Barrena, ji sendîkaya Lab Koldo Sanchez, nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û nûnerên sendîkayan û aktîvîstên komên piştevaniya Baskê wê di konferansê de biaxvin.

Hat diyar kirin ku par jî, di 24’mîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, 6 sendîkayên Baskî LAB, ELA, CCOO, ESK, UGT û Steîlas, bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan manîfestoyek weşandibûn.