Li Xarpêtê bi mezinahiya 5.6 pileyî erd hejiya.
Rasathaneya Kandîllî ragihand ku li Kavaktepe ya Xarpêtê bi mezinahiya 5.6 pileyî erd hejiya ye.
Hate ragihandin ku erdhej saet di 09:37’an bi 15.94 kîlometreyî li binê erdê rû daye. Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte ya Lezgîn û Afetê (AFAD) diyar kir ku dijwariya erdhejê 5.3 pile ye.
Bajarên li derdorê jî bi erdhejê hesiyan.