Rayedarên Lîtvanî û Yewnanî diyar kirin divVê Ewropa ji bo krîza koçberan polîtîkayên encamgir deyne. Tê destnîşankirin nexasim welatên ku koçber ji bo ku di ser re biçin Ewropayê di polîtîkaya penaber-koçberan de divê rêbazên encamgir deynin.

Serokwezîrê Yewnan Kyrîakos Mîtsotakîs got, ”Li ser mijara îltîcakirin û koçberiyê, têkilî mijara polîtîkayên ku wê Ewropa deyne, me biryar li ser da ku pozîsyona xwe koordîne bikin.”

Par 2 milyon koçber hatin Lîtvanyayê. Serokwezîrê Lîtvanya Ingrîda Sîmonyte got welatê wî ne korîdor e ku jê bibihurin Yekîtiya Ewropa, Swêd, Elmanyaû welatên din ên Ewopayê.

Sîmonyte got ji bo îltîcayê amûrên hiqûqî hene.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê jî di daxuyaniyê de aşkere kir ew ê têkilî şebekeya bazirganiya mirovî lêpirsînê bikin.

Li gorî Frontexê îsal gelek mirov derbasî Ewropayê bûne.