Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçine Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.