Malbata Şenyaşar di roja 92’yan a berxwedanê de got desthilata AKP-MHP’ê komkujan diparêze.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ku ji bo komkuj bêne darizandin ev 92 roj in li ber avahiya edliyê ya Rihayê di nobeta ‘Dad’ê de ne, îro sibehê bi dowîza bi nivîsa ”Adalet” ku li ber bendên avahiya edliyê danî dest bi çalakiya xwe kir.

Malbatê ev nîşe bi hesabên Twîtterê yên Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulahamît Gul, Wezareta Dadê ya Walîtiya Rihayê yên Tirk ve kir: ”Wekîlekî me (Ibrahîm Halîl Yildiz) heye ku li Meclîsê destê xwe radike û dadîne! Mantiqa ‘çawa be li Rihayê dozgerê me heye, tiştek bi me nayê” li Rihayê ev 3 sal in tê domandin. Li Nexweşxaneya Dewletê komkujî hate kirin! Dewleta hiqûqê wê kengî tişta hewce bike?”

Malbatê her wiha wêneyê kolajirî yê wekîlê AKP’ê Ibrahîm Halîl Yildiz ê bi nivîsa, ”piştî komkujê em xurtir bûn” par ve kir.