35 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Mehmet Ocalan birayê rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman rengî Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwinşka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Pêwendiya rêber Apo bi dinyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin.

Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.