Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê Şervan Derwîş, diyar kir ku Serokkomar Erdogan bi daxuyaniyên xwe sînyalên operasyonê dide û got: “Ev der bajarê Mînbîciyane. Me ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, emê nedin tu hêzên dagirker.”

Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, Rûsya û Tirkiyeyê li Soçî, li ser Idlîbê li hev kiribûn. Ji bo pêkanîna vê peymanê 24 saet man. Li gorî pêdiviyên peymanê, divê Tirkiye komên selefî ji Idlîbê derbixwe û 15 kîlomette dûrî Helep û Lazkiyê bi cih bike. Ji pêkanîna peymanê her ku dem kurt dibe, daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser Mînbîc, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê req dibin. Tirkiyeya ku li Idlîbê bi Rûsya re û li Mînbîcê jî bi DYA re bazarên xwe berdewam dike, çawan ku di Idlîbê de tengav bû, berê xwe da Mînbîcê.

ROJEVA MÎNBÎCÊ CUDAYE

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tirk Erdogan, berî du rojan li Ispartayê ji bo Mînbîcê gotibû “Niha jî li Minbîçê kanalan vedikin. Gelo ev tê çi wateyê? ‘Dixwazin bêjin me gor amedekariye, werin merasîma cenaze pêk bînin.’ Emê bikevin wir jî.” Erdogan bi vê carek din sînyala operasyonê da. Ev gotin Erdogan di çapemeniyê de weke “Taktîkên operasyonê” hatin serwîskirin. Lê pêşketinên li qadê wisan pêş nakevin.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê Şervan Derwîş, diyar kir ku rojava wan pir cuda ye û wiha axivî: “Tirkiyeyê derbarê herêmê de tiştên pir cuda lanse dike û tu rastiya wan tuneye.”

‘MÎNBÎC A MÎNBÎCIYANE’

Derwîş, anî ziman ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de duriyanek pir girînge û wiha bilêv kir: “Meclîsa Leşkerî ya Mînbîcê, ji DAIŞ’ê rizgar kir. Ev rastî qet nayê guhertin. Her ku Tirkiye tengav dibe, behsa Mînbîcê dike. A rastîn em di ferqê dene û tu tişt li gorî xwesteka Tirkiyeyê ne mimkûne ku pêş bikeve. Hinek hêz di vî warî de çavên xwe li Tirkiyeyê digirin. Lê ev der bajarê Mînbîciyane. Melîsên leşkerî û sivîl ên bajêr hene. Em bi xwe bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Emê nedin tu hêzên dagirker. Em dixwazin hemû kes jî vê yekê wisa zanibin. Tirkiye dîsan li gorî xwe, dest bi daxuyaniyan kiriye. Bila gelê me qet baweriya xwe bi van gotinên derew neyîn in.”