Alî Wazîr ê ji Rojava ku ji bo şermezarkirina Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê xemsare bedena xwe da ber agir, jiyana wî hîn jî di metirsiyê de ye.

Ji bo bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bike Alî Wazîr ê Rojavayî di 24’ê Cotmehê de li pêşiya Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bedena xwe dabû ber agir. Rewşa metirsîdar a tenduristiya wî didome.

Piştî çalakiyê 84 ji sedî yê bedena Wazîr şewitî. Tedawiya wî li Nexweşxaneya Navendî ya Zanîngeha Lozanê (CHUV) didome.

Wazîr hîn jî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê ye. Doktoran der barê rewşa wî agahî dan û gotin ku metirsiya jiyana wî hîn jî didome.

ALÎ WAZÎR KÎ YE?

Alî Wazîr ê 31 salî ji bajarê Hesekê yê Rojava ye, zewiciye û bavê du zarokane. Wazîr 4 sal in li bajarê Essenê yê Elmanyayê ye.