Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar ên Mexmûrê, nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk û hêzên herêmî û navneteweyî dan ên bêdeng in.

15’ê Nîsanê ji ber êrişa bi balafirên bê mirov ên biçek ên rejîma Tirk, li wargeha penaberan a Mexmûrê 3 jinan jiyana xwe ji dest dabûn.

Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar ên Mexmûrê li ser êrişê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Çelîk ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîroka gelê cîhanê de hinek gel hene ku bi berxwedan û rûmeta xwe tên naskirin. Mînaka ber bi çav jî gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ne. Ev gel di salên 1994’ an de ji ber zilm û zordariya dewleta faşîst ya Tirk a ku cerdevanî, sîxurtî li ser wan ferz dikirin, vî gelî rûmet û berxwedana xwe li hemberî van kiryarên dewleta faşîst rabûn û berê xwe dan Başurê Kurdistanê. Li ser axa Başûrê Kurdistanê jî, di rojên zor, zehmet û bê derfetiyan de zarokên xwe mezin kirin. Niha jî li hemberî êrîşên faşîzane û hevkarê wan re jî rû bi rû dimînin. Lê dîsa jî ev gel li berxwe didin û dest ji rumeta xwe bernedan. Heya niha jî dibin şert û mercên penaberiyê de jiyana xwe didomînin.

Ev 9 mehin ambargoyek ji derveyî mirovahiyê li ser Wargehê, bi daxwaza xwînmijiya gelê kurd AKP,MHP bi destê Hukûmeta Herêma Kurdistanê û PDK tê meşandin. Di van 9 mehan de êrişên çeteyên DAIŞ’ê li milekê, êrîşên hewayî yê dewleta Tirk jî li milê din û ambargoya PDK ya ser wargehê ji hev ne dûrin. Her ku diçe metirsî li ser şêniyên wargehê zêdetir dibe. Di êrîşa herî dawî ya dewleta Tirk, li ser Herêmên Medyayê û di heman rojê de jî bi balefirên çek barkirî yên bê mirov êrîşî Wargehê kirin. 3 jinên ku bi çandinî û lawirvaniyê ve mijûl dibûn da ku debara malbata xwe bikin di vê êrîşê de şehîd kirin. Êrîşên dewleta faşîst ev ne cara yekeme ku di wargehê de li ser jinên kurd dike. Armanca me ewe ku bi vîn û rêxistina xwe emê van êrîşan vale derxin û berxwedana xwe bilindtir bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistin û saziyên ku dibêjin em mafê mirovanin û xwedî wijdanin hat kirin, daku li hemberî vê neheqiya li himberî Wargehê tê kirin bêdeng neminin. Herî dawî hate gotin; “Bêdengî tê wateya hevalbendiya bi dewleta faşîst a Tirkiyeyê re.”