Fermandarê Giştî yê QSD‘ê diyar kir wan helwesta xwe ya der barê lihevkirina Soçiyê re bi Rûsyayê re parve kirin û fikarên wan li ser madeyên wê hene ku xizmeta gel nake.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li bajarê Hesekê civîneke çapemeniyê saz kir û mijiara agirbest û lihevkirina li Soçiyê nirxand.

‘Komên girêdayê Tirkiyê agirbestê binpê dikin‘

Ebdî îşaret pê kir ku heta niha ti lihevkirinên wan bi Tirkiyê re çênebûn, tenê agirbest heye, lê rexmî vê yekê komên girêdayî dewleta Tirk agirbestê binpê dikin û êrişên xwe didomînin. Ebdî bang li welatên garantor kir ku ku erkên xwe yên li hemberî van binpêkirinan pêk bînin.

Ebdî diyar kir ku Amerîka êrişa Tirkiyê ranewestan, xwest di aliyê doplomasî û aborî de bi rêya ferzkirina sizayan şer rawestîne û Tirkiyê neçar kir ku agirbestê îlan bike.

Mezlûm Ebdî got: “Êrişên Tirkiyê berdewam in, Amerîka û serok Trump jê berpirsyar in. Têkiliyên me bi Amerîkayê re li rojhilatê Sûriyê berdewam e, em ji wan dixwazin şaştiyên xwe yên berê derbas bikin.”

Têkiliyên me bi Amerîkayê re di mijara tinekirina DAIŞ‘ê de berdewam e‘

Ebdî destnîşan kir ku di peywendiya telephonê de ya di navbera wî û serok Trump de wî spasiya Turmp kir ku hewl da êrişên Tirkiyê rawestîne û got: “Trump teqez kir ku dê hebûna hêzên amerîkî heta demeke dirêj û ne diyar berdewam bike, niha gavên pêş û çawaniya têkiliyan di navbera herdu aliyan de di mijara tinekirina DAIŞ û şaneyên wê yên veşartî nîqaş dikin.”

Mezlûm Ebdî got, “bi hêzekê tenê aloziya Sûriyê şareser nabe, hebûna Amerîka  dê bandoreke baş di peydakirina çareseriya siyasî de bike, serok Trump jî ev yek pişrast kir. “

‘Derdora 400 hezar kes ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûn‘

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê derdora 400 hezar kes koçber bûn.

‘Têkildarî lihevkirina Soçiyê me nêrîna xwe bi Rûsya re parve kir‘

Ebdî destnîşan kir ku wan nêrîn û daxwazên xwe yên têkildarî hilevkirina Soçiyê bi Rûsya re parve kirine û got: “Em her deh madeyan qebûl nakin, fikarên me li ser hene ji ber ku li dijî berjewendiyên gelê me ne.”

‘Dewriyeyên hevpar hatin meşandin, mijara gelê me cihê nîqaşê ye‘

Mezlûm Ebdî  têkildarî dewriyeyê hevpar diyar kir ku, dewriye li Kobanê û Minbicê hatin meşandin û îro li Dirbêsiyê jî hatin meşandin û wiha got: “Mijarên girêdayî gelê me cihê nîqaşê ye, em gelê xwe bê parastin nahêlin.”

`Di encama êrişa Tirkiyê de 5 çeteyên DAIŞ`ê reviyan, hemû girtîgehan di bin kontrola me de ne `

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser girtîgeheke Qamişlo ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne 5 çeteyên DAIŞ`ê reviyan û teqez kir ku di heman demê de ew tevahiya girtîgehên herêmê yên ku DAIŞ`ê tê de ne kontrol dikin û kesek ji bilî wan nereviyane.

Ebdî teqez kir ku dosyaya girtiyên DAIŞ û malbatên wan di destê Hêzên Sûriye Demokratîk de ne û ew tenê bi hevkariya dewletên ku alîkariya QSD`ê li herêmê dikin berpirsyarê wê ne û di pêşerojê de dê berpirsyariya hêzên dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin û got: “Ne Tirkiyê, ne jî Rûsya û ne jî rejîm têkiliya wan bi vê mijarê tune ye. “

`QSD`ê bi çareseriya siyasî li Sûriyê re ye`

Ebdî diyar kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk bi çareseriya siyasî li Sûriyê re ye bi şertê ku taybetmendiya QSD`ê di nav artêşa Sûriyê de hebe.

Ebdî spasiya hemû kesên ku destekeran dane wan kir got: “Em spasiya hemû dewletên cîhanê yên ku piştgiriya me kirin û kongresê amerîkî kir ên ku desteka gelê me kirine. Em spasiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikin. Em bang li hêzên siyasî yên kurdî dikin ji bo ku desteka QSD û berxwedana wê bikin. Ji ber ku bi hebûna hêzên me derfetên mezin ên serkeftinê hene.”

`Baweriya me bi Tirkiyê tune ye, gelê me hîna di xeteriyê de ye`

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî got, baweriya QSD‘ê ti carî bi Tirkiyê nayê “Tirkiyê wê êrişên xwe berdewam bikin. Êrişa Tirk hîna berdewam e. Pêşeroja gelê me di xeteriyê de ye. Em berdewamkirina desteka navdewletî dixwazin ji bo ku bighêjin encamekê şer bi dawî dike û gelên herêmê diparêze.”

(şx/bb)

ANHA