Milîsên Emrah Yildizer ên HBDH’ê li Taxa Gaziyê ya Stenbolê çalakiya sabotajê li stesyona bazê ya mobîlê kirine.

Milîsên Emrah Yildizer ên HBDH’ê ragihandin ku 14’ê Tîrmehê li Taxa Gaziyê ya Stenbolê çalakiya sabotajê li dijî stesyona bazê ya mobîl kirine, stesyona bazê bi çalakiyê re şewitiye.

Di daxuyaniyê de salvegera 40’ê ya 14’ê Tîrmehê ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin hate bibîrxistin û hate gotin, ”Em di salvgera 14’ê Tîrmehê de bi bîr dixin ku li Gaziyê wê berxwedan û şoreşa yekbûyî bi ser bikeve.”

Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku wan çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê kirine.