AMED – Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Suleyman Soylû yê ku ew ji pewyirê girt şiband Joseph Goebbels û got, ji bo wan heqîqet û gotina gel girîng e. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şûna wî kir, Suleyman Soylû şiband Wezîrê Propagandayê yê Partiya Naziyê Joseph Goebbels.  Mizrakli, bilêv kir ku ji bo wan heqîqet û gotina gel girîng e û got: “Di dîrokê de Wezîrê Propagandayê yê faşîzma Almanî heye ku wekî Qanûnên Goebbels yê tarîfkirin. Li Tirkiyeyê gelek caran rêbazên wî hatine bikaranîn. Îro em dibînin careke din jî rêbazên wî tên serwîskirin. Li wir dibêje ‘derewa we çi qas mezin be, wê abweriya ji bo wê jî ew qasî hêsan be.’ A niha Wezîrê Karên Navxweyî jî dike ev bixwe ye. Gava hûn derewekê li ser hevdu dubare bikin, piştî demekê wê civak jî wekî ku ew derew rast be fêm bike. Îro em dibînin li Tirkiyeyê ligel heqîqet û rastiyê derew û qebehetê didin der. Jixwe hin jê hene ne hewce ye mirov bersiva wan jî bide. Çimkî derewa wan ew qasî aşkere ye ku dema mirov li teblîxatên tê dinere bi awayekî aşkere dibîne.”  ‘BERSIVA ME HEQÎQETA GELÊ ME YE’  Mizrakli, got: “Ew baş dizanin, baş rastiyê raçav dikin. Li Washîngtonê çi daxuyanî dabin, li ber wijdanê gel bi qasî serê derziyê jî ji bo min ne girîng e. Gotinên Suleyman Soylû ji bo min ne girîng in. Ez tenê dikarim hesab bidim wijdanê gel. Wekî kesekî hatiye hilbijartin mesele mewzî be, ew jî sindoq e. Em ê li wir hesab bidin. Me her tiştî bi heq û edalet kiriye, me liyaqt esas girt. Loma em rihet in, bi aram in û serbilind in. Ev civak ne qada lîtika tu kesî ye. Wê ev civak bi rûmeta xwe û esaleta xwe bersivê bide. Bersiva me jî heqîqet û gotina gel e.” Parve bike: