Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî ya li derveyî welat hate kirin ku li ber van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û faşîzma AKP-MHP’ê rabin û xwedî li jiyana azad derkevin.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê xwînxwar ê gelê Kurd û civaka Êzidî ye di 15’ê Hezîrana 2020’an de bombe li civaka Êzidî ya li Şengalê barand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êriş li dijî nexweşxaneyê û civaka sivîl hate kirin.

MŞD’ê diyar kir, ku dewleta Tirk a ku herêma Kurdistanê veguherandiye wargeha xwe, dixwaze êrişa ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de dest pê kir temam bike û destnîşan kir, “Bi vê armancê dixwaze li pêşiya vegera gelê me ya li xaka xwe bibe asteng. Armanca dewleta Tirk ew e ku civaka Êzidî Şengalê vala bike û Şengalê dagir bike.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî ya li derveyî welat hate kirin ku li ber van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û faşîzma AKP-MHP’ê rabin û xwedî li jiyana azad derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo xwedîderketina li hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê divê her kes rabin ser piyan. Welatên rûreş ên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û NATO’yê şermezar bikin. Ji ber ku berpirsyariya xwe bi cih nîne, dibin hevparê qirkeriya dewleta Tirk.”

Di daxuyaniyê de bang li hêzên pêwendîdar hate kirin ku qada hewayî li balafirên şer ên dewleta Tirk qedexe bikin.

MŞD’ê bang li civaka Êzidî kir ku li dijî faşîzma AKP’ê dakevin qadan û bi çalakiyan li ber xwe bidin.