Berdevkê Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr, asta piştgirî û xwedîderketina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bo pêngava ‘Ji Ocalan re azadî’ nirxand, ku 10’ê cotmehê li 74 navendên welatên cîhanê hate destpêkirin.

Ferzende Mûnzûr anî ziman; Weke însiyatîf em rasterast bûn şopdarê pêngavê. Kesayet, sazî û rêxistinên ku paradîgmaya Rêber Apo pejirandin, gihiştin wê qenatê ku wê bibe wesîleya rizgariya gelê cîhanê. Ewê hemû kampanyayên hatine destpêkirin temam bike û encamên hîn xurtir derxîne.”

Ferzende Munzur anî ziman, piştî destpêkirina pêngavê li seranserî Rojava jî çalakî hatin lidarxistin û bi bîr xist:

“2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine komkirin radestî CPT û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatin kirin.”

Munzur got:

“Ji heyetek Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavek wisa destpêkek bû. Encama ku me ji hevdîtinên bi van saziyan re derxistiye ev e ku têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd û temînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke têkoşîneke mafdar dibînin, di ferqa neheqî û binpêkirinan de ne, lê mixabin heta niha gavên erênî neavêtine.”

Munzur got: “Divê rê û rêbazên têkoşînê bên dewlemendkirin û anî ziman:

Ewê di rojên pêş de li seranserê Sûriyê bi beşdariya parêzer, rewşenbîr û nivîskarên ji çar aliyê Sûriyeyê wê tecrîda mutleq, binpêkirin, şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên li ser Rêber Apo bi kûrahî nîqaş bikin.

Nameyek bi îmzeya parêzerên ji çar aliyê Sûriyeyê wê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re bê şandin.

Berdevkê İnsiyatîfa ji Abdullah Ocala ra azadî ya Sûriyê Ferzende Munzur got: Ji bo dewlemendkirina rê û rêbazên têkoşînê hê jî nîqaşên me dewam dikin.”