Êsîrên ku artêşa Tirk ew li Garê kuştin, di Îlona 2019’an de ji Serokkomar, Serokê Meclîsê û Serokê Giştî yê CHP’ê re name nivîsî bûn û gilî û gazin li wan kiribûn ku ji bo berdanê tiştekî nakin.

Leşker, polîs û sîxurên Tirk ên dîlgirtî, ku di encama êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê de ji aliyê artêşa Tirk ve bi bombardûmanê û gazê hatin kuştin, eşkere bû ku ji Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mûstafa Şentop û Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglû re nameyeke hevpar nivîsîne. Êsîrên ku ji malbatên xwe re jî name nivîsîn, her wiha bi nameyekê bang li Serokkomar Erdogan jî kirin.

Nameyên hevpar ên ku kopyayeke wan ji çavkaniyên HPG’ê hatin wergirtin, di 6’ê Îlona 2019’an de hatine nivîsîn û îmzeya Sedat Sorgûn, Umît Gicir, Sedat Yabalak, Vedat Kaya, Huseyîn Sari, Mevlut Kahvecî, Semîh Ozbey, Suleyman Sûngûr, Muslum Altintaş, Aydin Kose, Adîl Kabakli û M. Salîh Kanca li binî ye.

Di nameyê de ku bi sernavê “JI SEROKÊ MECLÎSA MILET A MEZIN A TIRKIYEYÊ BIRÊZ PROF. DR. MÛSTAFA ŞENTOP RE’ hate nivîsandin, hate bibîrxistin ku agahiyên li ser wan, şêwe, dem û cihê dîlgirtina wan li gel saziyên pêwendîdar hene û hate ragihandin ku ji bilî sivîlekî, polîsek, leşkerekî mûvazzaf û 4 leşkerên ji neçarî leşkerî dikirin, hene. Di nameyê de hate diyarkirin ku dema leşkerî ya van leşkeran beriya bi salan qediya ye, ji xwe di encama karên meclîsê de dema leşkeriyê daketiye 6 mehan, leşkeriya bi berdêl timî bûye û ev pirs hate kirin, “Gelo sûcê van leşkeran bicihanîna wezîfeya ji bo welat e?” Di nameyê de hate destnîşankirin ku heman pirs ji aliyê malbatên wan ve li pêşiya kamerayan gelek caran hatiye pirsîn, lê belê bersiv jê re nehatiye dayin.

JI 600 WEKÎLAN RE BIXWÎNIN

Êsîran diyar kirin ku rayedarên dewletê kêm zêde zanin ku ew di nava kîjan şert û mercî de ne û ji Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop dixwazin ku vê nameyê li Meclîsê li pêşiya 600 wekîlan bixwîne. Êsîran wiha gotin, “Gelo kesên li vê derê medyatîk û zarokên ji malbatên dewlemendan nîne, lewma xwedî li me dernakeve? Me texmîn nedikir ku Dewleta Komara Tirkiyeyê zêdeyî 4 salan, nêzî 1500 rojî xwedî li leşker û polîsên xwe dernekeve.

BENDEWARIYA DORÊ

Mîna yên ku ji bo kesên dîlgirtî, çi welatiyên Komara Tirkiyeyê çi jî ne welatiyên Tirkiyeyê; sala 2014’an di dema dagirkirina Konsolosxaneya Mûsilê de ji aliyê rêxistina terorê DAÎŞ’ê ve ji bo berdana kesên li konsolosxaneyê, ji bo kesên li Nîjeryayê ji aliyê terorîstan ve dîl hatin girtin, ji bo wergirtina endamên FETO li Gabonê, ji bo leşkerên Ûkraynayê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatin girtin, ji bo berdana Tatarên Qirimê, ji bo rojnamevanê Japon ê di destê El Qaîdeyê de diyalog hate kirin û di encama van hewldanan de azad bûn, gihîştin malbat û welatê xwe. Me jî bi hêvî ev nûçe şopand û bi salan li hêviya wê yekê man ku dor bê me.

GELO EM DIKARIN SERÎ LI CIHEKÎ DIN BIDIN?

Di nava salên derbasbûyî de kesî nekarî garantiya tenduristî û ewlekariya me bide, hîn jî nikare bide. Di rewşekê de ku garantiya jiyana me nîne, hûn ê çawa karibin cesedê me ji vir bibin? Yên ku bi pey tenduristiya me nakevin, gelo wê bi pey cesedê me bikevin an na, em bi wê nizanin. Eger Serokkomarî û Meclîs wê me azad neke, gelo em dikarin serî li ku bidin? Zarokên we jî hene, xwe bixin şûna malbatên me, mînak di dema cejnê de hûn li bendê ne ku zarokên we bên destê we maçî bikin. 9 cejnin ku em malbatên xwe ne dikarin bibînin ne jî destê wan maçî bikin. Tenê rojekê dema ku hûn ji zarokên xwe dûr bikevin gelo hûn yekser lê nagerin? Zêdeyî 4 sal in em ji malbatên xwe dûr in û ti pêwendiyeke me bi wan re nîne. Di vê rewşê de em çi bikin? Em dixwazin ku hûn xwedî wijdan bin.

EGER EM TÊN SÛCDARKIRIN, WÊ DEMÊ BÊJIN KU EM JÎ PÊ ZANIBIN

Eger em tên sûcdarkirin, hingî mafê me ye ku em pê zanibin. Gelo der barê me de biryareke mehkûmiyetê heye? Em dixwazin zanibin. Gotina ‘sebir bikin’ a ji bo malbatan tenê taloqkirin û jinedîtîhatina pirsgirêkê ye. Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatibûn kirin hêvî dabû me, lê belê ji wir jî encamek bi dest neket. Çima em jî di van hevdîtinan de nayên axaftin, çima nakevin rojeva we? Dema ku malbatên kesên ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê li ber meclîsê çalakiya rûniştinê kirin, hûn bi wan re axivî bûn û gotibûn ku hûn ê daxwazên wan ji Birêz Serokkomar û Wezîrê Edaletê Birêz Abdulhamît Gul re ragihînin. Di vê mijarê de partiyeke siyasî yan jî şexsekî ku xwedî li mirovan derkeve, yan jî mirovan azad bike, wê heta dawiya emrê xwe wan mirovên azad kirine, malbat û derdora wan qezenç bike.

Bi vê têgihiştinê me bang li we dikin ku bi berpirsyarî rabin.

JI SEROKÊ GIŞTÎ YÊ CHP’Ê KILIÇDAROGLÛ RE

Êsîran di heman demê de ji Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû re jî nameyek nivîsîn. Êsîran di vê nameyê de jî qala pêvajoyê kirin û herî dawî gotin, “Têildarî vê mijarê di sala 2016’an de Seroka Komîsyona Mafên Mirovan û parlamentera we Birêz Şenal Sarihan Hanim daxuyanî dabû, lê ev têrker nebû. Em ji we dixwazin ku nameya me û rewşa me li pêşiya kamerayan bi raya giştî re parve bikin. Bang li we dikin ku bi berpirsyarî rabin.”

BANGA LI SEROKKOMAR ERDOGAN

Ji êsîran Sedat Sorgûn her wiha name ji Serokkomar Erdogan re nivîsî. Sedat Sorgûn ji Serokkomarê Komara Tirkiyeyê re wiha dest bi nameya xwe kir, “Birêz Serokkomarê min; Bila rehmet û bereketa Xwedê li ser we û welatê me be. Înşallah, amîn”. Piştre jî Sorgûn xwe da naskirin, qala dîlgirtina xwe û şert û mercên tê de bûn kir.

HAKAN ATÎLLA BI BÎR XIST

Sorgûn pirsa “Serokkomarê min, ez dipirsim; em kî ne?” kir û wiha dewam kir, “Li vê derê ji me re dibêjin, ‘dewleta we li we napirse, xwedî li we dernakeve, eger xwedî li we derkeve em ê bişîni, em naxwazin we li vir bigirin’. Xuya ye rast dibêjin. 4 sal derbas bûn, dor nehat me… Rêveberên rêxistinê tên diaxivin, dibêjin, ‘bila dewleta we bixwaze em ê we berdin, lê belê kes xwedî li we dernakeve, eger em niha we berdin, wê dewleta we we bikuje’… Dema ku Alîkarê Midûrê Halk Bankê Hakan Atîlla vegeriya welê di hevpeyvînekê de we gotibûn; Hakan Atîlla ewladê me ye, eger em xwedî li wî dernekevin em ê xwedî li kê derkevin? Gelo rewşa me wê çi be Serokkomarê min? Ez nabêjim çima xwedî li wî derket, lê dibêjim, em jî hene…”

JI MALBATÊN XWE RE JÎ NIVÎSÎN

Êsîran di heman demê de ji malbatên xwe re jî name nivîsîn. Di van nameyan de jî bi giranî qala rewşa xwe, hesret û bendewariyên xwe kirin. Her wiha gilî û gazin kirin.

MÎNA GUNEHEKÎ EM TÊN VEŞARTIN

Mînak, nameya Mûhammet Salîh Kanca di vê mijarê de balkêş bû. Kanca di nameya xwe de wiha dinivîsî, “Mijareke balkêş ew e ku medya bi ti awayî me naxe rojevê. Eşkere ye ku li pişt vê yekê îradeyek heye. Gelek sedemên vê dibe ku hebe. Lê belê pirs ew e ku ev sedem çiqasî rewa ne. Eger rayedarên dewletê li ser rewşa me daxuyaniyekê bide, wê ji bo her kesên li vir bibe hêvî. Ji bo me barê herî giran e ku mîna gunehekî vedişêrin.”