Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Strasboûrgê didome, endama PE Gûîllaûme Balas û namzet Parêzer Zerrîn Bataray serdana çalakgeran kirin. Namzet û endamên PE’yê gotin li gel tecrîdê derxistina PKK ji lîsteya ‘terorê’ gelek girîng e.

Endama Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstên Pêşverû ku koma duyemin a herî mezin a Parlamentoya Ewropayê yê Gûîllaûme Balas serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir. Parêzer Zerrîn Bataray ku di hilbijartina 207’an de namzeta Partiya Sosyalîst a Franasyê bû, yek ji namzetên Partiya Tevgera Nesîl (Générations) e li gel Balas serdana çalakgeran kir.

KOÇ: DIVÊ CIVAKA ROJAVAYÎ HÊ BÊHTIR OCALAN FÊM BIKE

Gûîllaûme Balas û parêzer Zerrîn Bataray ji çalakgeran bi Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç re civiyan. Koç têkildarî daxwazên çalakgeran û di mijara tecrîdê de agahî da û got; “Tecrîd li ser hemû pêkahteyên azadîxwaz û demokrasiyê tê pêkanîn. Divê civaka Ewropa mîmarê projeya Rojava Ocalan hê bêhtir fêm bike. Îro serketina li dijî DAÎŞ’ê ku hemû hişt ku hemû cîhan nefesekê bigre li dora îdeolojiya Ocalan û bi hêza hevpar a gelan pêk hat. Bi dawîbûna tecrîdê tê wateya dawîbûna konsepta şer û di mijara şikandina tecrîdê de divê zext li saziyên Ewropayê were kirin.”

BALAS: ÇEKA YEKEMIN A ERDOGAN PEYAMA PENABERAN E

Parlamentera PE’yê Gûîllaûme Bals jî di serdanê de axivî û got; “Armanca serdana me nîşandayîna pişteveniya bi gelê Kurd û hemû pêkhateyên demokrat ên li Tirkiyeyê re ye. Peyama Penaberan ‘yekemîn çeka” Erdgan a li dijî Yekîtiya Ewropayê ye. Ji encamên peyama penaberan a Ewropa ya bi Erdogan re herî zêde gelê Kurd bandor bûye. Yekîtiya Ewropa li beramberî Erdogan ketiye rewşekî qurfbar (kırılgan) de.”

PARÊZER BATARAY: PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG DÎTINA PKK YA ‘TERORÎST’ E

Di serdanê de namzetê hilbijartina PE parêzer Zerrîn Bataray jî axivî û got; “Berxwedana li dijî tecrîdê Ocalan jî di nav de hemû girtiyên li zindanan û mûxalîfan jî eleqedar dike û divê ev baş were fêm kirin. Dewleta Tirk ji mirinan ne rehetsiz e. PKK ji aliyê YE weke ‘rêxistinekî terorîst’ tê dîtin lê divê weke têkoşna çekdarî ya ji bo gel tê dayîn were dîtin.”