NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan ku leza xebatên xwe zêde kirin bi gel re tên gel hev û behsa xebatên xwe dikin û piştgiriyê ji gel dixwazin.  Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan xebatên hilbijartina xwecihî bi lez û bez didomînin. Ji bajarên mezin bigire heta gund û mezrayan xebatên namzetan didomin û gel piştgiriyê dixwazin. Namzet her cihê ku diçinê bi kêfxweşî ji aliyê gel ve tên pêşwazîkirin.  MEHSERT  Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mehsertê Turkan Bakir û Cuma Tugay di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gundên Bafava, Bêrtê, Metînan, Kurikametînan, Fafa, Kersivan, Zehnê, Mercê û Merzikan ên Mehsertê ziyaret kirin. Namzetan belavokan li şêniyên gundan belav kirin û li gel welatiyan sohbetên hilbijartinê kirin û behsa xebatên xwe kirin.  NISÊBÎN  Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kut jî li navenda naçveyê esnaf û malan ziyaret kirin. Namzet bi du tîmên li seha xaliyê maç dileyîstin hatin gel hev û destekê ji wan xwestin û kêliyek bûn temaşevanên lîstika wan.  ŞEMREX Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Şemrexê Îbrahîm Çoko û Nalan Ozaydin di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de gundên Dirrîne û Xanikajor ziyaret kirin. Namzetan li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin û piştî behsa xebatên xwe kirin piştgiriyê ji welatiyan xwestin.  QOSER Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Qoserê Salîh Kuday û Nilufer Elîk Yilmaz jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gundên Hêşeriyê, Tellbektaşî, Cirdoi, Qereqûyê ziyaret kirin. Şêniyên gundan eleqeyek mezin nîşanî namzetan dan û piştgiriya xwe eşkere kirin. Kuday û Yilmaz piştî ji gundan vegeriyan çûn nexweşxaneyên navçeyê serdana nexweşan.  Piştî serdanê namzetên hevşaredariyê li gel Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li Navenda Kordînasyona Hilbijartinê bi welatiyan re civiyan.  KERBORAN Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Kerboranê Ahmet Încî û Mevlude Çelebî jî li navenda navçeyê esnafan ziyaret kirin û pişt re beşdarî civîna ewlehiya hilbijartinê bûn. Di civînê de der barê sindoqan de agahdarî hat vegotin.  MIDYAD Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Midyadê Osman Demîrcî û Havva Balci û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî bi naveroka ewlehiya hilbijartinê civîna gel hat lidarxistin.  STEWR  Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Stewrê Mehmet Yas3in Kaplan û Gulîstan Oncu jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gundên Dengiza û Cirzê yên Stewrê ziyaret kirin û bi mezinên herêmê re hatin gel hev û der barê hilbijartinê de sohbet kirin û piştgiriyê ji wan xwestin.  MÊRSÎN Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Emîne Şîlan Yuksekkaya û Reşat Aşan jî li taxa Guneşê esnaf û komleyan ziyaret kirin û beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Tevî barîna baranê jî vekirina buroyê pêk hat û veguherî mitîngê. Di bin şiliyê de bi saetan govend hat gerandin û dirûşm berz kirin. Di vekirina buroyê de Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê û xwest her kes xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin.  Namzetên Hevşaredariya Akdenîzê Reşat Alan û Şîlan Yuksekkaya jî kurte axaftin kirin û gotin ew ê vîna gel şaredariyê dîsa bi dest bixin.  HATAY Rêxistina HDP’ê ya Hatayê jî bi beşdariya Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari li navçeya Erzînê civîna gel li dar xistin. Li navçeya Dortyolê jî Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Doryolê Mahmut Daş bi gal dan nasîn û pişt re jî buroya hilbijartinê hat vekirin. Hatimogullari der heqê pêvajoyê de axaftin kirin.  Parve bike: