Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi dehan salan e difikre û lê hûr dibe, weke daneheviyeke siyasî ya gewre li pêşberî me ye.

Yek ji ramangerên kêm hatiye dîtin e, ku di nava van salan de daneheviya xwe ya teorîk xiste meriyetê. Feraseta siyasî û tezên Ocalan, weke mijareke mezin a lêkolînê li ber mirovan e. Yên bixwaze bibîne, dikare gelek argûmanên rojane ji nav derxînin.

Ev kuliyata mezin a siyasî ne tenê li ser qada navneteweyî ye, di heman demê de rê û êbazên siyaseta xwecihî jî radixe peş çavan. Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re, hêja ye ku mirov çend ji nêrînên Ocalan ên li ser gel, demokrasî, rêveberiyên xwecihî û pêwendiya van a bi siyasetê re bînin bîra xwe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dibêje, ‘Di qonaxa heyî de, rêveberiyên xwecihî di asta nod ji sedî de bi bandor e’. Bi vê gotinê qala mebesta xwe û mîsyona rêveberiyên xwecihî dike.

Hilbijartinên xwecihî girîng in, ji ber ku erk û şensê dide her kesên xwedî îdîaya ‘rêveberiyê’ ku karibe perspektîfa xwe bixe meriyetê. Tiştekî tesadûfî nîne ku Ocalan têgih ‘rêveberiyê’ xistiye navbera desthilatdarî û siyasetê. Ev têgih li gorî wî tê wateya rêkûpêkkiya li gerdûnê û rêya derketina ji nava kaosê ye. Pênasekirina bi rengekî rast a vê têgihê, ji bo xelasiya ji rewşa neyînî ya têgiha desthilatdariyê gelekî girîng e. Ya rast, radixe pêş çavan ku armanc û mebest ji nirxandina vê têgihê ew e ku xwe bigihîne ‘xwerêveberiyê’. Ji xwe civakeke ku ji xwerêvebirinê bêpar mabe, ji nava lepên mêtingeriyê rizgar nabe û dikeve nava pêvajoyeke asîmîlasyon û qirkirinê.

Desthilatdarî û çîna wê ya desthilatdar, bi hemû amûr û rêbazên xwe hewl dide faşîzmê mayinde bikin. Ji bo vê jî bê sekn dixebitin.

Avakirina demokrasiyê ya li dijî vê yekê, bi rêxistinbûneke xurt a gel, bi xurtkirina xwecihiyê û bi pîvana tevlîbûnê dibe. Hilbijartinên xwecihî ji ber ku derfetê ji bo van hemûyan diafirîne, gelekî girîng e. Divê ji hewesên biçûk, ji hêrsên erzan û ji daxwaza desthilatdariyê re nebe qurban. Ked û baweriyeke mezin jê re divê.

Ocalan ji bo mirovên dixwazin siyasetê ‘bi navê Kurdan’ bikin gelek tiştan dibêje, lê belê di vir de girîng e yek ji van bi taybetî bê destnîşankirin. Ew jî hişyariya Ocalan a li ser fêhmkirina ‘Sosyolojiya Kurd’ e. Ocalan bi biryardarî qala vê dike û dibêje, ‘Yên ku bi çîrok, destan, huner, dîrok û dîplomasiya Kurdan nizanin, nikarin bi navê me siyasetê bikin’. Ya ku ji vir divê were fêhmkirin çi ye? Rastiya perwerdekirin û pêşvebirina xwe bi xwe ye.

***

Baş e, gelo Ocalan ji bo rêveberiyên xwecihî pêşniyar açi dike? Di vê mijarê de, di parêznameya xwe de bi berfirehî qala rastiya rêveberiyên xwecihî dike. Her wiha bi gelek wesîleyan li ser mijarê tespît, pêşniyar û rexneyên xwe kir.

Em çend ji van bînin bîra xwe;

Ocalan mirovekî welê ye ku ji civakê û civakîbûnê bawer dike. Lewma gelekî girîng dibîne ku mirovên di nava civakê de bersivê dibînin derkevin pêş. Dibêje, ‘Derdê min gel e. Min rica kir, hinekî kedê bidin. Min got, perwerdeya demokratîk, hişmendiya demokratîk bidin vî gelî. Eger hûn dixwazin bi navê gel siyasetê bikin, hûn neçar in vê fêhm bikin’. Bi rêya vê gotinê qala derd û daxwaza xwe dike.

Diyar dike ku wezîfedarkirina mirovan ji jorê ve bi kêr nayê û wiha pê dadikeve: “Heta ku ji jêrê ve demokrasî neyê avakirin, ev kar nameşin. Ev yek bêhurmetiyeke mezin e li demokrasiyê. Demokrasî tiştekî gelekî cidî ye. Min gotibû, ‘Hûn ê ji gel hez bikin, bi mirovên ji jorê hatine wezîfedarkirin nabe’. Hûn ji jorê ve wezîfedar dikin, wê sibe rabe gel bifiroşe, bifiroşe DYA’yê, bifiroşe hêzên din. Ma ne heyfe mirov ewqasî êşiyan. Ez li ber vê zîhniyetê radibim. Pirsgirgêka min bi şexsan re nîne, ez li ber vê zîhniyetê radibim.”

Ocalan têgiheke nû bilêv dike: ‘Sosyalîzma bidestxistina kursiyan’…

Vê têgihê bi taybetî ji bo wan kesan tîne ziman ku ‘fikrê dewletparêziyê’ ji mejiyê xwe neavêtine, rexneyan li vê nakin, vê yekê hezm nakin û tenê bi devkî siyasetê dikin. Her wiha diyar dike ku yên derdê wan bidestxistina kursiyekê be, rastiya welatiyên azad ti carî fêhm nakin. Ev yek xapandin e. Yek ji serdemên ku şerê ji bo bidestxistina kursiyan lê tê kirin, hilbijartinên xwecihî ne! Ocalan dibêje, “Meyla min ne ew e ku tiştekî li ser dewletê ferz dike ya jî ji dewletê dixwaze. Ez dibêjim A-dewlet, feraseteke bê dewlet. Nabêjim antî-dewet. Dibêjim A-dewlet. Nabêjim, ya em ê di nava dewletê de hebin, ya jî em ê hilweşînin. Di meyla min de cihê van herdyan jî nîne. Ev nayê wê wateyê ku mirov bi delwetê re eleqedar nabin. Di navbera me û dewletê de mesafeyek heye. Hûn ê ji gel re qala vê bikin. Ev yek bernameyeke perwerdeyê ye. Ji şaredariyan, ji yên hatine hilbijartin re dibêjim; hûn ê li ser vê yekê baş kûr bibin. Ji dewletê re jî dibêjim; tu yê welatîbûna azad û wekhev qebûl bike. Çi divê? Pêwîstî bi perwerdeya welatiyên azad û wekhev, bi hînbûna demokrasiyê heye. Divê ev yek ji gel re bê dayin. Ev bibe wê Amed, Sêrt, Dersim bibin bihuşt.”

Li gorî Ocalan, di rewşa heyî de 90 ji sedî yê pirsgirêka Kurd êdî pirsgirêka Rêveberiyên Xwecihî ye. Feraseta rêveberiyên xwecihî gelekî cuda ye. Hem teorî û pratîkeke baş jê re divê, hem jî rêxistinbûn û rêbazeke rast a kar. Li gorî Ocalan, dewlet di vê mijarê de bi pêş ve çûye, lê em li paş mane û di nava kêmasiyan de digevizin. Lewma em nikarin firsendan bi kar bînin. Ocalan dibêje, “Em ê pirsgirêka Kurd li ser asta rêveberiyên xwecihî çareser bikin. Di vir de destûra ji dewletê, ya jî dijminatiya wê nîne. Şaredarî dikare tiştekî jî ji dewletê negire. Dewletê destûrê bide, ya jî dijminatiyê lê bike? Ev yek ji bo min zêde ne girîng e.”

Ocalan di mijara şaredariyan de bi taybetî işaretê bi hewldana ‘terbiyekirinê’ ya sîstemê dike. Hewldanên ji bo terbiyekirina bi birçîbûnê û nêzîkatiya AKP’ê ya dema hilbijartinan a ji bo têrkirina zikê mirovan vê rastiyê radixe pêş çavan. Bi gotina ‘Deh pirtûk dikare li ser bê nivîsandin, lê we bi têrkerî neşopand’ di vê mijarê de helwesta me rexne dike. Li gorî Ocalan, heta ku ev neyê dîtin ne siyaset, ne karê şaredariyê,ne jî polîtîka nikarin bên kirin! Ji ber ku heta rastiya civakî dernekeve holê, civak bi rêxistin nabe.

Ocalan wiha dewam dike: “Nirxên gel nirxên mezin in. Şaredar divê xwe bi gel bidin qebûlkirin. Deh-panzeh kes ji bo bibin serokê şaredariyê dibin namzet. Heta ku bên hilbijartin diçin ber deriyê gel. Piştî ku hatin hilbijartin, naçin nava gel. Ev ne tiştek e ku were qebûlkirin. Bila xwe zêde bi aqil nebînin’. Ocalan gelek caran diyar kir ku yên dixwazin cihê xwe di nava şaredariyan de bigirin, divê xwe ji rantê û berjewendiyên malbatî vegirin. Ji kesên ku dixwazin di vê mijarê de siyasetê bikin, divê bi taybetî vê ykê lêkolîn bikin.

MUCAHÎD AKDOGAN