Gel li navçeyên Pîran, Lice, Farqîn û Bismil ên Amedê Newroz bi meşale û şewitandina lastîkên wesayîtan pîroz kirin.

Li navçeyên Pîran, Lice, Farqîn û Bismil ên navenda Amedê Newroz coş hate pîrozkirin. Gel ê derketin ser şaneşînan Newroz pîroz kirin, li ser şaneşînan meşale û li kolanan jî lastîkên wesayîtan hatin şewindin.

Gel di pîrozbhaiyê de fîşekên hewayî teqandin û dirûşm qîr kirin.