Li paytexta Îngilîstan Londonê bi hezaran Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Pîrozbahî li Finsbury Park a li Londonê pêk hat û gelek parlamenterên Brîtanyayî, sendîkavan û aktîvîst jî tevlî bûn. Qada Newrozê bi alên PKK, YPG û YPJ’ê hate xemilandin û wêneyên Leyla Guven, Îmam Şîş, Nasir Yagiz û gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal û Besîme Başer destpêkê axivîn û berxwedêrên greva birçîbûnê û çalakgerên fedayî silav kirin. Akbal û Başer diyar kirin, pêngava berxwedanê bi Newrozê re derbasî qonaxeke nû bûye û di encamê de wê faşîzm teqez têk biçe.

Hevserokê Partiya Keskan Jonathan Barley, parlamenterê Partiya Karker Loyd Russel Moyle, Şaredarê Hackneyê Phillip Glanville, Parlamentera Haringeyê Catherine West, Parlamenterê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr, sendîkvan û rêxistinên girseyî yên çep demokratîk li pîrozbahiyê axivîn û peyamên piştgiriyê dan. Qisekeran bang li dewleta Tirk kirin ku gavê biavêje.

Alî Poyraz, Mehmet Saît  Yilmaz û Nahîde Zengîn ku ji 14’ê Adarê ve li Londonê di greva birçîbûnê de ne, dema ku ketin qada pîrozbahiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Poyraz li pîrozbahiyê axivî û diyar kir, pêngava berxwedanê ya grevên birçîbûnê wê bi ser bikeve, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi dawî bibe û faşîzma AKP-MHP’ê wê têk biçe.

Di pîrozbahiyê de koma govendê ya Fîraz Dag, Seyda Perînçek, Chopî û Grûp Seyran derketin ser dikê.

BELLISONA

Newroz li bajarê Bellisona yê kantona Ticino ya Swîsreyê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe beşdarî şîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de peyam hatin xwendin û ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê peyamên piştevaniyê hatin dayin.

Grûp Lelo û hunermend Dilo Dogan û Ariya Şahîn jî derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.