Li bajarên Basel û Cenevreyê yên Swîsreyê Newroz ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

Newroz li bajarên Basel û Cenevreyê yên Swîsreyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

BASEL

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan, Newroz hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de xwedî li pêngava “Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye” hate derketin.

Nêzî 2 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn ku li Dreîrosenbruckeyê hate lidarxistin û ji bo têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê dirûşm hatin qîrîn.

Di meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî komkujiya jinan banga têkoşîna hevpar hate kirin. Her wiha êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û Rojhialta Navîn, êrişên li ser HDP’ê û saziyên demokratîk hatin şermezarkirin.

Piştî meşê ku li ber stranên Newrozê saetekê dewam kir, li Claramatteparkê mîtîng hate ildarxistin. Agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin û ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Demokratîk Alî Şîmşek axivî, Newroz pîroz kir û qala girîngiya Newrozê ya ji bo gelê Kurd kir.

Piştî axaftina Şîmşek peyamên HBDH û dostên Kurdan hatin xwendin.

Hunermendên li Swîsreyê yên TEV-ÇAND’ê jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Girseya gel heta derengiya şevê li ber stranên wan govend gerand.

CENEVRE

Pîrozbahiyeke din jî li bajarê Cenevreyê bû. Zêdeyî 300 Kurdistanî i ber ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de pêngava azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike hate silavkirin û ji bo xurtkirina berxwedanê bang hate kirin.

Piştî axaftinan govend stran hatin gotin û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

yên herî zêde hatine xwendin

encamên zêdetir ewropa