Welatiyên Efrînê diyar kirin ku rêxistina çekdar a Heyet Tehrîr El-Şam bi piştgiriya Tirkiye 60 hezar endamên malbatên xwe ya Tahrîr El Şam ji Idlibê anîn li ser axa Efrînê bi cih kirin.  Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku xwe dispêre çavkaniyên herêmî yên Efrînê, komên çekdar ên Heyet Tehrîr El-Şam endamên malbatên xwe yên li Idlibê anîn li herêma Efrînê û herêmên Ezaz, Bab, Cerablus û Raiyê bi cih kirin. Çavkaniyekî taybet diyar kir ku derdora 190 hezar kesên ji malbatên komên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji Idlibê anîn û li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablus û Raiyê bi cih kirin. Ji destpêka meha Gulanê ve piştî dijwarbûna şerê di navbera komên çekdar ên Tirkiyê û hêzên rejîmê de li gundewarên Idlib û Hemayê, bi hezaran malbatên komên çekdar bi taybet Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) berên xwe da herêma Efrînê.Çavkaniyan diyar kir ku ji 190 hezar malbatên çeteyan, 60 hezar li kantona Efrînê hatin bicihkirin.