Çalakgerên nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê diyar kirin ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Çalakiya ‘Nobeda azadî ji Ocalan re’ ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 452’an de ye. Çalakgerên vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji herêma Evry a Parîsê ne.

Şahîn Kaya, Mûrat Demîr, Îbrahîm Baş û Mahmût Yilmaz wê tevahiya hefteyê saet di navbera 08:00 û 17:30’î de çalakiyê dewam bikin. Komê nobeda vê hefteyê ji nûnerên saziyên li Ewropayê dewr wergirt. Şahîn Kaya bi navê komê axivî, serketina gerîla ya li Garê silav kir û diyar kir, têkoşîna gerîlayên ku şehîd bûn wê ji aliyê gelê Kurd ve neyê jibîrkirin.

Kaya got, “Rêberê me 22 sal in tecrîdkirî ye. Heta ku Rêberê me azad nebe, em azad nabin” û destnîşan ikr ku gelê Kurd di salvegera komploya navneteweyî de bi vê dirûşmê daketin qadan û navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd careke din nîşanî dewleta Tirk da.

Şahîn Kaya anî ziman, li gel hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya bi rê û rêbazên demokratîk, dewleta Tirk tunekirina Kurdan weke çareseriyê dibîne û got, “Mebesta dewleta Tirk ji çareseriyê rijandina xwîna Kurdan e. Li Garê jî hate dîtin, wê bi ser nekevin. 9 sal in em li Strasboûrgê vê çalakiyê dewam dikin û nîşan didin ku cihê çareseriyê Îmrali ye.”

Kaya ji bo greva birçîbûnê ya girtiyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga xwedîderketinê kir û diyar kir ku Kurd wê bi têkoşîna xwe ya li her qadê bi ser bikeve.

Çalakiya ‘Nobeda azadî ji Ocalan re’ di 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir û heta niha bi gelek zimanî broşur, pirtûkên Ocalan hatin belavkirin. Di çalakiyê de her wiha ji raya giştî ya Ewropayê re qala jiyan, têkoşîn, paradîgmaya azadîparêziya jinê, wekheviya zayendî û ekolojîk a Ocalan tê kirin.