Çalakgerên nobeda “Azadî ji Ocalan re” yên koma ji Dûîsbûrgê ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Ocalan nobedê dikirin, diyar kirin ku şikandina tecrîdê wê bibe serketinek ji bo azadiya gelê Kurd.

Berdevka komê Bêrîvan Talay bi navê çalakgerên nobedê axivî û li dijî tecrîdê bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyan bibe. Talay got, “Banga me li gelê me ye; em rabin ser piyan, dest bidin hev û Rêberê xwe ji nava tecrîdê rizgar bikin.”

Talay anî ziman, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina 40 milyon Kurdî ye û got, xwedîderketina li Ocalan wê faşîzma AKP’ê têk bibe.

Talay diyar kir, eger gelê Kurd ranebe ser piyan wê wiha bke û got, “Eger em winda bikin, wê gelê Kurd ê ji 40 milyon Kurdî ye winda bike. Eger em bi ser bikevin wê gelê Kurd bi temamî bi ser bikeve.” Talay destnîşan kir, azadiya Ocalan azadiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn hemûyan e.