Li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî -Mexmûrê, di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya Rêber Apo Nobeta Azadiya destpêkir.

Nobeta Azadiyê bi biryardarî di roja 258’an de dewam dike.

Doh ji bo dewrkirinê li navenda komeleya ciwanan gel hatin cem hev, koma 51’an Nûrcan Avyanî vê peyamê da: 26 sal in Rêber Apo di yek hûcreyê de dîl hatiye girtin û tecrîd li ser tecrîdê tê girankirin.

Ev demek dirêje ne parêzer û ne jî CPT diyalog li gel Serokatî nekirine, bila dewletên Yekbûyî li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve.

Em çalakiyên zindanan silav dikin û heskirinên xwe ji bo wan diyar dikin. Em di wê hêviyê de ne, ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Piştî axavtinan koma 51’ê çalakî dewrî koma 52’an kirin.