Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 19ê Cotmehê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja emê ji we re nûçeyên vê dawiyê pêşkêş bikin.

&-Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo biçin grava Îmraliyê û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.

&- Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker, gundên çiyayê Qendîlê bomberdiman kirin.

&- Di 24 saetên dawî de 15 çeteyên DAIŞ hatin kuştin

&- Hêzên YPGê û YPGê li Efrînê 2 tirimbên leşkerî bi tevahî rûxandin û di encamê de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin.

&- HDP xwe ji gelek aliyan ve ji bo hilbijartinê amade dike

&- Hevserokê HDP’ê Sezai Temelli li Muşê banga bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan kir û got, heta tecrîd hebe pêşiya siyaseta demokratîk venabe.