21ê Kanûnê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

&- Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwîşka wî Fatma Ocalan û vasîyê wî Mazlûm Dînç, ji bo ku biçin Imralî û hevdîtina bi xizmên xwe re pêkbînin, bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

&- Navenda Ragihandina HPG, derbarê çalakiyên hêzên Gerila yên li Sîdekan û Zapê de, daxûyanî da.

&- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ya PYD’ê Salih Muslim, biryara Emerîka ya vekişînê nirxand û got: Ne me bang li wan kir, ne jî em dikarin ji wan re bêjin ‘biçin’. Ew ne ji bo parastina me hatibûn.

&- Parlementera HDPê û Hevseroka KCD Leyla Gûven diyar kir ku ew ji sedî sed bawer e ku wê encamê bigire.

&- Li Girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê, greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bi tevlîbûna komên nû berdewam dike.

&- Ji berdevkên rêveberiya Rojava Dr. Omer diyar kir ku Eger dewleta Tirk êrîş bike, fikar hene ku çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê YPGê de di encama kaosekê de xelas bibin û yekser li Ewropayê belav bibin’

&- Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî ji raya giştî re eşkere kir.