Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 106’an de didome. Nûnerên PYD’ê jî di nav de, gelek kes hatin serdana çalakgeran.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakgeran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ev çalakî di roja 106’an de didome.

Nûnerên PYD’ê yên li Ewropayê Şiyar Alî, Stêr Dag, Abdulselam Mistefa û li ser navê Komîsyona Jinan a PYD’ê Axîn Gulo û Zozan Dêrik hatin serdana çalakgeran.

Li ser navê Nûnertiya PYD’ê ya li Ewropayê Şiyar Alî axivî û diyar kir ku bi serkeftina li hemberî DAÎŞ’ê gelê Kurd moral stendiye. Şiyar Alî bal kişand ser vî tiştî ku berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, pêşengiya jinên Kurd diyar dike û got ku “Rêhevalên me, li her derê ji bo jiyana azad têkoşiyan û jiyana azad bi rêxistin kirin. Gelê me di nav berxwedaneke mezin de ye. Em ê jiyana azad bi Rêbertiya Azad ava bikin. Dema ku tecrîd were şikandin wê şerê li dijî Kurdan jî biqede. Peywireke dîrokî ye ku gelê me xwedî li van çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.”

Li ser navê çalakgeran jî Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku berxwedana di vê serdemê de wê serkeftinê jî bi xwe re bîne û got ku “Ez gelekî serbilind im ku di vê pêngava berxwedanê de cih digirim a ku rêhevala me Leyla Guven daye destpêkirin. Heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikê wê berxwedana me bidome.”