Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd diyar kir ku, ger dewleta Tirk alîkarî ji dewletên navnetewî negre ne pêkane ku êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyê bike û got:”Êrîşên arteşa Tirk a dagirker li ser gundên rojavayî Kobanê eşkere diyar dike ku dewleta Tirk li dijî têkçûna DAIŞ`ê li Hecînê ye.”

Têkildarî topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Kobanê, Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:”Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan, belavbûna dîqeta hêzên me û zindîkirina DAIŞ`ê ye.”

Gefxwarinên dewleta Tirk û êrîşên DAIŞ`ê hemwext pêk tên

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk li ser gundên Kobanê zindîkirina DAIŞ’ê ye û ev nirxandin kir: “Êrîşên arteşa Tirk a dagirker li ser gunden rojavayê Kobanê eşkere dibe ku dewleta Tirk li dijî tinebûna DAIŞ`ê li Hecînê ye. Di demeke ku tinebûna DAIŞ`ê tê nîqaşkirin de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên hovane pêk tîne. Dagirkirina Efrînê jî di heman çarçoveyê de pêk hat. Daxuyaniyên gefxwarinê yên dewleta Tirk û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di heman demê de pêk tên. Ev ne tesadûf e.”

Dewleta Tirk dixwaze êrîşên xwe rewa bide nîşandan

Mehmûd bibîr xist ku projeyên dewleta Tirk yên li Rojhilata Navîn di bin navê “Islamiyetê” pêk tên berjewendiyên xwe yên sultanî hene û ev tişt got: “Di destpêka Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de em rastî gelek cûreyên êrîşan hatin. Di dema niha de jî sazûmankarên wan êrîşan ango dewleta Tirk bi xwe êrîşî me dike. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi darê zorê dixwazê bi cîhanê bide rewakirin.”

Êrîş aramiya herêmê têk dibe

Berdevkê YPG`ê diyar kir ku hêzên cîhanî ji bo parastina berjewendiyên xwe, li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng in û wiha dewam kir: “Li Rojava û Bakurê Sûriyê herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin û niha di bin parastina wê de ye, li wan herêman projeyên çareseriyê pêş ketin. Her wiha bi tinebûna DAIŞ`ê re em aramî û rewşa pêşeroja Sûriyê nîqaş dikin û lêhurbînin me li ser vê mijarê hene. Lê dewleta Tirk û Serokomarê wê Erdogan naxwazin ku li Rojava û Bakûrê Sûriyê aramî mayînde bibe. Ji bo wê di demeke ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi tinebûnê ve diçin û rewşa Sûriyê wê were nîqaşkirin, êrîşên dewleta Tirk aramiyê xerab dike. Bêdengiya dewletên navnetewî têkildarî êrîşên dewleta Tirk û gefên wê li dijî Rojava û Bakûrê Sûriyê, li dijî hiquqê ye.”

Peyama Tirkiyê ji êrîşan; Parastina hebûna DAIŞ’ê ye

Nûrî Mehmûd berdewamıya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk heger alîkarî ji dewletên navnetewî negre ne pêkan e ku êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyê bike û got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe peyama mayîna terora DAIŞ`ê di heremê de dide. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwazê xwe li ser Ewrûpa û Asya jî ferz bike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

‘Parastina rewa ji bo me bingeha esasî ye’

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo aramiya Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê wê parastina xwe berdewam bikin û got: “Em li dijî şer in, lê parastina rewa ji bo me bingeha esasî ye.”

ANHA