Qonaxa sêyemîn a Operasyona ‘Ewlekarî û Mirovî’ ya Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Kampa Holê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dimeşîne, di roja 5’emîn de ye.

Di operasyonê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşengiyê jê re dikin, li gorî mikurhatinên çeteyan ên sê rojên destpêkê li kampê hatin girtin, gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Ji destpêka operasyonê û vir ve 31 kes hatine girtin.