Li gorî daxuyaniya ji aliyê Rêxistina Doxtorên Sînor Nenas (MSF) hate ragihandin ku neçar mane ku xebatên rizgarkirina bi keştiya bi navê ‘Ocean Vîkîng’ a li Behra Spî bidin rawestandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev biryar li ser lihevkirina di navbera rêxistina civaka sivîl a bi navê SOS Medîterranee hatiye girtin. Keştiya bi navê Ocean Vîkîng ji aliyê SOS Medîterranee ve tê birêvebirin.

Saziya mijara gotinê diyar kir ku ji ber pandemiya Covîd-19 xebatên xwe dane rawestandin.

Keştiya Ocan Vîkîng di nava 4 salan de derdorî 30 hezar koçber rizgar kiriye, ji ber vê yekê rawestandina xebatan jiyana bi hezaran koçber dikeve metirsiyê.

SOS Medîterranee diyar kir ku dema keştî li Behra Spî dest bi xebatan bike hem jiyana personelên keştiyê û hem jî koçberan dikeve xeteriyê.