Li Cizîrê ji 5 kesên ku doh di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 4 kes hatin girtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Serhat Înanç, Mûstafa Ekren, Huseyîn Ogen, Erdal Çaginnî, Ramazan Turel yên hatin destgîrkirin, piştî îfadeya li emniyetê radestî Edliyeya Cizîrê hatin kirin.

Ji 5 kesên hatin destîgkirin Huseyîn Ogen hate berdan, 4 kes jî bi Îdîaya “Hewldana ji bo xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” hatin girtin.