Koordînasyona PAJK’ê li ser malpera xwe ya înternetê bi boneya komkujiya 9’ê Çile ya 2013’an daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de PAJK’ê got: Emê sala 2024’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya jinê. Ti hêz û komplo nikare li pêşiya me bibe asteng.

PAJK’ê di kesayetê şehîdên her du komkujiyên li Parîsê de, şehîdên doza azadiyê bibîranîn û vê nirxandinê kir.

Her tişt vekirî li holê ye, faîl diyar in. Lê bi biryara nepeniya li ser dosyayan tê xwestin hesabên qirêj û têkîliyên di van komkujiyan de bên nixumandin.

Di demeke ku bi Rêber Apo re têkildarî çareseriyê diyalog dihatin kirin, 3 jinên ku nûneriya têkoşîna azadiya jinê ya Rêber Apo jê re gotî ‘projeya min a herî mezin’ dikin, bi taybetî di kesayeta Sakîne Cansiz de kirin hedef. Armanc ew bû, li aliyê herî xurt ê Rêber Apo bixin. Hevala Sakîne ji salên destpêkê yên têkoşînê heta partîbûn, artêşbûn, guhertina paradîgmayê û avakirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk, bi Rêber Apo re meşiya û gavên dîrokî avêtin.

Li Kurdistanê faşîzma li dijî jinên pêşeng û gelê me, bi heman polîtîkayê bi hemû leza xwe dewam dike. Jinên berxwedêr têne şehîd kirin. Li dijî hemû nirx û pîroziyên Kurdan êrîşên bê sînor têne kirin. Li dijî Gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn û cîhan bêdeng e.

Li dijî vê zihniyeta qirêj, têkoşîna me ya bê hempa dewam bike. Weke PAJK em ê vê komkujiyê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Gelê Kurd, jin û dostên wan wê bi hemû hêza xwe li mîrateya şehîdan xwedî derkevin. Ti hêz û komplo wê nekaribe pêşî li armancên me bigire. Em ê faşîzm û zîhniyeta komploger têk bibin!