Ji bo diyarkirina parêzgerê Kerkûkê û hilbijartinên meclîsa parêzgeha Kerkûkê hîn jî aliyên Kurd di nava xwede nebûne yek û pirsgirêk jî çareser nebûye. Yekgirtû, Nifşê Nû û Tevgera Azadî diyar dikin ku divê berjewendiyên pêkhateyên Kerkûkê û gelê Kurd werin berçavgirtin û pîvana wan a diyarkirina endamên meclîsê û walî jî ev e.

Di sala 2005’an de meclîsa parêzgeha Kerkûkê hat hilbijartin û 41 endamên meclîsê hene. Lîsteya xwedî kursiyên herî zêde di meclîsa parêzgeha Kerkûkê de jî lîsteya Birayetiye ku piraniya wan jî ji Kurdan pêk tê. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ji ber nakokiyên di navbera pêkhateyên Kerkûkê û hêzên Kurdî yên Kerkûkê heya niha tenê carek kom bûye. Lê ji ber nakokiyên li ser erka walîtiyê ya di navbera PDK û YNK’ê de 13 endamên PDK’ê yên meclîsa Kerkûkê tevlî civînê nebûbûn.

Serokê Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê ji Yekgirtûya Îslamiye heya niha jî bi bahaneya rewş ne asayiye û ewlekariya wî nîne, ne vegeriyaye Kerkûkê. Tevgera Nifşê Nû dibêje, kîjan alî ji bo Kerkûkê baş bixebite, ewê li gel wan bin. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî ji bo yekbûn di nava hêzên Kurdî yên li Kerkûkê de çêbibe serdana aliyan dike û hewl dide Kurd di meclîsê de yekgirtîbin.

Yekgirtûya Îslamî: Biryareke hevbeş pêwîst e
Lêpirsê navenda Yegirtûyî Îslamî ya Kurdistanê ya Kerkûkê Mewlûd Resul diya kir ku ji bo karkirin û diyarkirina meclîsa Parêzgeha Kerkûkê pêwîste aliyên Kurd li hev bicivin û biryareke hevbeş bidin. Her wiha got, “ PDK û YNK ji bo diyarkirina waliyê Kerkûkê û serokê meclîsa parêzgeh komîsyonek avakirine, lê heya niha jî ti kar nekirine.”
Resul diyar kir ku 3 endamên wan di nava meclîsa parêzgeha Kerkûkê de hene û wiha pêde çû: “Du endamên me ji 11’ê Mijdara 2017’an ve xebatên xwe yên meclîsê dewam dikin, tenê Rêbiwar Talabanî ku serokê Meclîsa Parêzgeheyê dewam nake. Metirsiya kuştin yanjî binçavkirinê li ser Talabanî heye, ji ber wê nayê Kerkûkê. Niha ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tenê pirsgirêk di navbera PDK û YNK’ê de ye.”
Ji bo diyarkirina Waliyê Kerkûkê jî Resûl dazanîn ku ne girînge kî were diyarkirin, ya girîng ewe ku ji bo hemû pêkhateyên Kerkûkê baş be.

Nifşê Nû: Divê hilbijartina meclîsê çêbibe
Berpirsê navenda Nifşê Nû ya Kerkûkê Kawe Xefur jî xwest ku hilbijartinên meclîsa parêzgeha Kerkûkê bê kirin û got, “Pêwîste meclîsa Kerkûkê ji nûve were hilbijartin. Ji ber ev meclîsa ku 13 sale hatiye hilbijartin, dema wê derbas bûye.”
Xefur diyar kir ku ji derveyî PDK û YNK’ê aliyên Kurd dikarin bi lîsteyeke xurt beşdarî hilbijartinên meclîsa parêzgehê bibin û got, “Em weke hêzên Kurd ji derveyî PDK û YNK jî dikarin bi lîsteyeke xurt di meclîsê de cih bigirin. Em ê li gel wan netewperestan kar nekin.”

Tevger Azadî: Pêwîste Kurd bi yekrêzî beşdarî hilbijartinê bibin
Endamê desteya Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Serhed jî diyar kir ku dibe endamê wan di meclîsê de nebe, lê xwedî projeyhên başin ji bo Kerkûkê û got, “Gotegota paşxistina hilbijartina meclîsê heye. Em daxwaz ji wan partiyên demokrasîxwaz dikin ku ji bo aramî û yekîtiyê bixebitin û dema hilbijartin çêbû, Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên meclîsa parêzgehê bibin.”