Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan 27’ê mijdarê dest pê kir, bi armanca piştgiriya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd ra çareseriya siyasî’ heta 15’ê sibatê berdewam dikin.

Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê ku çûn serdana muwekîlên xwe yên di greva birçîbûnê de û li daxwazên wan guhdar kirin.

Parêzer Halîl Coşkûn destnîşan kir ku divê di çarçoveya daxawaz girtiyan de gav werin avêtin: “Daxwaza girtiyên ketine greva birçîbûnê daxwazên di çarçoveya Destûra Bingehîn û li gorî Kanûnên Înfazê ne. Lê bele dewlet, Wezareta Karên Hundirîn û Wezareta Dadê bi tu awayî gav neavêjin, xwe li ker, kor û lalbûnê datînin.”

Parêzer Onûr Can Aykût jî bilêv kir, ger daxwazên muwekîlên wan neyên pêkanîn, dê têkoşîna xwe mezintir bikin, nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan asta ku êdî kêr gihîştiye hestîye.”

Parêzer Îmdat Ateş jî got; “Girtî bi moral û bi israr in û dixwazin xwastekên wan di nav raya giştî de bêhtir werin roje