Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Rêberên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve bersiva 89 serlêdanên parêzeran nehatiye dayîn