Parêzerên Şandeya Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji çar aliyên cîhanê kom bûne, li Tirkiye û Kurdistanê hevdîtinê pêk tinîn.

Parêzerê Nelson Mandela Kisten Govender yê di heman demê de endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ye, di nava heyetê de cih digire.

Kîsten Govender tecrîda li Îmraliyê nirxand û banga azadiya fizikî a rêber Apo kir, wiha got:

Mandela jî serokê gelê bindest bû. Mehê carekê hevjîna xwe didît, mehê carekê bi parêzerên xwe re hevdîtin dikir û name dişand. Ev cudahîbûn hebû. Ev mafekî mîrovî ya navnetewî ye û ji dest mirovan nayê girtin.

Ji ber vê ji bo hîn mafên zêde tekoşiyan. Lê ev bi gelek heval û girtiyên din re bi rêxistin bûn.

Rewşa birêz Abdulah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê pêkhatiyên li Greva Robbenê gelekî derbas dike. Ev bû 36 mehin tu agahî jê nayê girtin. Rêzdar Abdulah Ocalan ji bo mirovan tîrêjên hêviyê ye. Emê li Efrîqaya Başûr hîn bêhtir li ser pirsgirêkên kurdan hişyariyê ava bikin.