STENBOL – Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrınê Îbrahim Bîlmez, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, diyar kir ku wan ji 2’ê Gulanê û şûnde serlêdan kirine, lê heta niha der barê serlêdanên wan de ne erênî û ne jî neyîni tu bersîv ji wan re nehatiye. Bilmez, da zanîn ku serlêdanên wan bê bersîv tên hiştin û wiha got: “Ji ber bersîv nedane serlêdanên me heta îro serlêdanên me bi awayekî zimmî hatine redkirin.”  Piştî Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya li ser parêzerên Rêberê PKK rabûye; ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrınê û parêzerê Ocalan Îbrahim Bîlmez, têkildarî daxuyaniya Gul û ziyareta Hevdîtina CPT ya di 7’ê Gulanê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) ûre axivî. Îbrahim Bilmez, diyar kir ku piştî hevdîtina 2’e Gulanê disa seri li dozgeriyê dan û daxwaza hevdîtinê kirin, lê heta niha bersîv nedane wan û wiha got: “Heta niha, der barê hevdîtinên piştî 2’ê Gulanê de ne erênî û ne jî neyînî tu bersîv nedane me. Ji ber bersîv nedane serlêdanên me, heta niha daxwazên me bi awayekî zimmî hatiye redkirin.”  ‘DAXWAZÊN ME BI AWAYAKÎ ZIMMÎ RED KIRIN’  Bilmez, da zanîn ku piştî 2’ê Gulanê ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirine, lê heta niha daxazên wan nehatine bersivandin û bi awayekî zimmî hatiye redkirin.  GAVEK PIR DERENG MAYÎ YE Bilmez, der barê ziyareta CPT ya li Îmraliyê jî wiha got: “Di şertên asayî de ziyareta CPT ya di sala 2019’an de Tirkiye ziyaret bike tune bû. Lê wisa xuya dike ku çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê zor li wan kiriye ku hevdîtin bikin. Ev hevdîtina CPT’ê hevdîtinek pir derengmayî ye. Lê gavek dereng mabe jî em erênî dinirxînin. Pêkan e ku CPT bi muwekile me Birêz Abdullah Ocalan re hevditin kiribe. Lê ji bo em der barê çavderiyên wan de hin tiştan fêr bibin divê rapora çavdêriyê parve bikin.”   Parve bike: