Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li rayedaran dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an de ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê belê heta niha bersiv ji serlêdanan re nehatiye dayin.