Serokê Parlamentoyê Mihemed El Halbûsî, ragihand ku wê ji bo hilbijartina Serokkomar ku xala yekane ya rojevê ye; wê roja Pênçşemê rûniştinek bê kirin.

Demeke wiha ku Iraq di warê siyasî de xitimiye, ragihandina daxuyaniyeke wiha wek surprîz hat nirxandin.

Ji 10’ê Cotmeha sala 2021’î heta bi niha baronên siyasî yên Iraqê li ser hilbijartina serokkomar û serokwezîrê nû li hev nakin.

Aliyên siyasî, ji ber bazariyan tim bi hev ketin. Serokkomarî wek kevneşopî para Kurdan e. Lê her du partiyên hegemon ên Kurd YNK û PDK, ji ber ku li hevdu nakin, pirsgirêk hêj çareser nebûye.

Meqama serokkomariyê bi gelemperî para YNK’ê diket. Lê PDK’ê çav berdaye vê meqamê û wê roja Pêncşemiyê namzêtê xwe pêşkêş bike.

Halê hazir endamê YNK’ê Berhem Salih û Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ya Federal ê PDK’yî Rebar Ahmed li pêş in.

Serokkomar bê hilbijartin, divê serokkomar serokwezîrê ji aliyê koalîsyona herî mezin a parlamentoyê ve hatiye diyarkirin tayîn bike.