PDK’ê doh li ser navê hêzên parêzvanên sînor ên Iraqê li devera Amediyê ya dikeve sînorê bakurê kurdistanê hêzeke xwe bi cih kir.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin PDK dibin navê yekîneyên paratina sînor a Iraqê de hewil dide êrişên dagirkeriyê rewa bike.

Şeva 20-21’ê sibatê jî PDK’ê hêzeke mezin dibin navê yekîneyên parastina sînor a Iraqê de li gundê Serzerî yê bajarokê Kanî Masî yê navçeya Amediyê bicih kir.

Komîteya têkiliyên derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê PDK şiyar kir ku,

bi rewakirina sûcên dewleta Tirk enfaleke nû li Kurdistanê ferz dike û bang li hemû hêzên Başûrê Kurdistanê û rayedarên dewleta Iraqê kir ku li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.

Hêjayî gotinê ye,

Şeva 20’ê Sibatê ji ber êrişa balafirên dewleta tirk li ser herêma Dihokê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.